FB TW PIN NWS
Dayika Werin Û Zaroken We

Dayika Werin Û Zaroken We

Yazar :
Yayıncı : BGST YAYINLARI
Yayın tarihi :
ISBN : 9756165225
Sayfa sayısı : 224 sayfa
Kategori : Diğer Dildeki Yayınlar » Kürtçe

Konusu

Bertolt Brecht’in 1939 yılında kaleme aldığı ünlü oyunu “Cesaret Ana ve Çocukları”, dramaturji notları ile beraber ilk kez Kürtçe-Kurmancî’de.
Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê, di dîroka teatroyê de yek ji lîstîkên herî baş ku li dijî şer e. Brecht û hevalên wî di 1939’a de ji dagiriya Naziyan direvin û derbasî Swêd dibin. Piştî vê bi 5 mehan, Almanya Polonyayê îşgal dike. Û Brecht bi hêrsa li hemberî vê îşgalê Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê dinivîse. Ev lîstika ku babeta wê têsîra wêranker a şerên Ewropayê ye, xefleta çîna navîn ku dixwaze ji şer fêde bigire rexne dike. Ev lîstik li Almanayayê encax di sala 1949’a de weke lîstika ewil a Berliner Ensembleyê tê pêşkêşkirin.
Lîstik, di hengama şerên sîsalî, 1624-1636 de derbas dibe. Dayika Wêrîn, Anna Fierling, ligel sê zarokên xwe yên ku bêyî nikah peyda bûbûn, û her yek ji mêrên cuda cuda bûn, li qada şer digere. Bi erebeya xwe ya bi şeklê konê ku wek dukanekê bi kar dianî, ji leşkeran re tiştan difroşe û debara mala xwe dike. Di tevahiya lîstikê de, têdikoşe ku zarokên xwe ji şer biparêze, lê zarokên wê yek bi yek têne kuştin; şerê ku zikê wan têr dikir, riya mirina wan jî vedike: Schweizerkas (Pênêrê Swîsre) dibe qurbanê duristiya xwe, Eilif qurbanê wêrekiya xwe, Kattrin jî dibe qurbanê mihribaniya xwe. Dawiya lîstikê de Dayika Wêrîn tenê maye, êdî erebeyê bi xwe dikêşe û qirardar e ku dê dewamê li rê bike.

Yazarı kimdir?